H’emû nûçeSereke
Mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bona hatina li Ermenîstanê amadeye

Mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv bona hatina li Ermenîstanê amadeye. Derheqa wê yekêda baylozê Rûsîyayêyî li Ermenîstanê Sêrgêy Kopîrkîn gotîye.
“Bi dereca here bilind ew yek îzbat bûye û niha jî îzbat dibe, wekî mîsîya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv amadeye bê Ermenîstanê, heger alîyê ermenî bona wê yekê amadeye”,- ewî gotîye.
Bi gotina bayloz, çawa ku pêşda wezîrê karên der gotibû, ew pirs nava êtapa amadekirinêdane.
“Bi fikira min nava encamên amadebûnêda emê bizanibin ku emê bighîjine helkirinên çi cûreyî”,-Kopîrkîn gotîye.







