Fransîya ji ber pevçûneke nû ya bi Ardibêcanê re çekan dişîne Ermenîstanê:Politico

Fransîya alavên leşkerî yên wek sîstêmên berevanîya esmanî difroşe Ermenîstanê, hukumeta Fransîyayê roja duşemê elam kir, ji ber ku tirs zêde dibe ku Adirbêcan girtina Qerebaxê ya meha borî bi êrîşên li ser axa cînarê xwe bişopîne, Politico dinivîse.
Xemgînîya sêkrêtarê dewletê, yê Ştatên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên ewe ku dibe ku ev yek nebe dawîya armancên Adirbêcanê yên navçeyî, û niha çavê hemûyan li ser korîdora Zengîzûrêye, ew xêzeke ku dikeve ser sînorê Ermenîstanê û Îranê. Qezîya ewe ku tevgereke din ya hêzên Bakûyê dikare bibe sedema pevçûyîneke berfireh li Qafqasîya Başûr, herêmeke ku Tirkîya, Rûsîya û Îran xweyê berjewendîyên stratejîkin.
Fransîya ku welatê herî mezin yê dîyasporaya ermenî ya li Avropayêye, eşkere kir ku ew nîyeta xwe li alîyekî namîne.
“Her çend em ne beşek ji heman hevpeymanîyên leşkerî û sîyasî ne jî, em van têkilîyên parastinê li ser bingeheke hêsan dibînin: Divê hûn karibin xwe û gelê xwe yê sivîl biparêzin”,- Sêbastîyan Likornyû li civîna çapemenîyê gotîye hevalkarê xwe Sûrên Papîkyan.
Piştgiriya sîyasî ya ji alîyê Rojavaye zêde dibe dema ku Ermenîstan hewl dide ji Rûsyayê veqete. Tevî ku endamê hevalbendiya leşkerî ya Organîzeya Peymana Ewlehkarîya Kolêktîv ya bi serokatîya Moskvayêye, bangên serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ji bo alîkarîyê şerê li dijî Ardibeycanê de bê guh nedan, û serokwezîr Nîkol Paşînyan meha borî ji POLITICO re got ku dem hatîye ku ji bo parastinê gumana xwe nedine ser Rûsîyayê.
Parîzê îlona borî de dest bi xurtkirina hevkarîya berevanîyê bi Yêrêvanê re kir, lê êrîşa Adirbêcanê dilxwazîya Fransîyayê ji bo kûrkirina têkilîyên leşkerî lezand. Meha borî, Fransîyayê, alyekê leşkerî şandibû balyozxaneya Fransîyayêye li Ermenîstanê.
Roja duşemê, Ermenîstanê peymanek îmze kir ku sê radarên Thales Ground Master 200 bikire, yek ji wan ji Ûkraynayê re ji bo berterefkirina êrîşa Rûsyayêye, û ya din jî ji bo alavên Safran, di nav de dûrbîn û sênzor, hate şandin. Her wiha Ermenîstan û Fransîyayê ji bo destpêkirina pêvajoya kirîna pergala parastina hewayî ya Mistral ku ji alîyê MBDA ve tê çêkirin, mêmorandûmek îmze kirin.
Fransîyayê mehên pêşinda rayedarekî leşkerî wek şêwirmendê lêkolînê li ser mijarên wekî perwerdeya leşkerî bişîne Ermenistanê. Fransîyayê jî usa jî leşkerên ermenî perwerde bike û alîkarîya Yêrêvanê bike ku parastina hewayî ya Ermenîstanê biceribîne ji bo tespîtkirina cîhên kor.
Roja duşemê, Likornyû li dijî sûcdarîyên ku çekên fransî dikarin ji bo destpêkirina şer bên bikar anîn axivî. “Serkeftin di ravekirina ku çek [em difiroşin] guhertoyek êrîşkar heye. Ev pergalên çekanin, ku ji hêla cewherê xwe ve tenê di dema êrîşkirina li ser axa Ermenîstanê de dikarin bên bicîhkirin”,- ewî got.
“Tu kes nikare dewletek serwêr bi parastina ezmanên xwe û gelên ku di bin wan de dijîn sûcdar bike”,-ewî serda zêde kirîye.







