H’emû nûçeSereke

Prînsîp hevva girêdayîne û li ser wan prînsîpa peymana aşîtîyê wê bê îmzekirinê:Paşînyan

Minê paqijkirinên êtnîkîye li Qerebaxê cuda bikira û pirsa ji sed hezarî zêdetir penabera û opêrasîyonên leşkerîye dijî Qerebaxê başqe bikirana. Derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan gotîye rojnama amêrîkîye The Wall Street Journal ê.

Minê negota, wekî di navbera wan herdu prînsîpada tevgirêdan tunene, lê belê, ew pirsên cudane.Em hîvîdarin wekî zûtirekê ew pevketinên ku pêşda hatine destanînê, wê bêne tomerîkirinê, îzbatkirinê û wê bibine hîmê peymana aşîtîyê.

Prînsîpa ewlin ewe, wekî Ermenîstan û Adirbêcan yekîtîya têrîtorîyayên hevdu nas dikin. Ev têzîs wextê hevdîtina li Prahayê cîhê xwe dîtîye û gulana sala 2023 a jî li Bryûsêlê gav hatîye avîtinê û hatîye dîyarkirinê, wekî Adirbêcan yekîtîya têrîtorîyayên Ermenîstanê nas dike, lê Ermenîstan jî axa Ermenîstanê nas dike.

Prînsîpa duem ewe, wekî pêvajoya dîyarkirina sînora gerekê li ser hîmê dêklarasîya Alma Atayê, ya sala 1991 ê bê mîyaserkirinê.

Ya sêemîn jî ewe, wekî rêyên herêmî  gerekê bêne vekirinê, nava wanda vekirina rêyên Ermenîstanê û Adirbêcanêye hesinî. Ev prînsîp hevva girêdayîne û li ser hîmê wan prînsîpa gerekê peymana aşîtîyê bê îmzekirinê û pêşda herin”,-Paşînyan gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button