Ararat Mîrzoyan rastî Êntonî Blînkên hatîye

Wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan rastî sêkrêtarê Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî Êntonî Blînkên hatîye.Ji wezîreta Ermenîstanêye karên der ragîhandine, wekî hevdîtin li Skopîyê pêk hatîye.
“Pirsên derheqa ewlehkarî û qewînbûna li Qafqasîya Başûr hatine gotûbêjkirinê.Xeberdan derheqa bûyarên van axirîyada, yên girêdayî pêwandîyên Ermenîstanê û Adirbêcanê çûye.
Ararat Mîrzoyan daye dîyarkirinê,wekî nenihêrî wê tabîya Adirbêcanê, pirsgirêkên qerebaxîya, yên girêdayî paqijkirinên êtnîkîra, Ermenîstanê pêşnîyarên xwe girêdayî peymana aşîtîyêra raber kirine.
Xeberdan derheqa bernamên herêmîda jî çûye, nava hemtêksta kîjanada Mîrzoyanê wezîr projeya “Xaçerêya aşîtîyê” raber kirîye.
Wextê hevdîtinê usa jî pirsên dualî hatine gotûbêjkirinê”,- nava elametîyêda hatîye gotinê.







