Yêrêvan nava kirinên Bekûyêda fikira zelal dibîne

Adirbêcan hindava Ermenîstanê sîyaseta borcdarkirina bi rîya leşkerî berdewam dike. Derheqa wê yekê serokwezîrê Ermenîstanê wextê civîna hukumatê goîtîye, dema ku ewî derheqa halê li ser sînor û hevraxeberdanên tevî Adirbêcanê xeberdaye. Bi qîmetkirina Paşînyan, bûyarên li gundê Nêrkîn Handê hema şedetîya sîyaseta Adirbêcanêye neçêkirinê dide.Van dawîya Yêrêvana fermî nava kirinên Bekûyêda fikira zelal dibîne.Bi axaftina derheqa elametîyên Bekûyêda, yên derheqa guhartina qanûndarîyêda, serokê hukumatê wê yekê çawa teribandina serbixwetîya Ermenîstanê û tevbûna tevî îşên wêye hundur qîmet kirîye.
Bona îzbatbûna aşîtîya tevî Ermenîstanê,Adirbêcan niha menîya qaûndarîya Ermenîstanê pêşda dikişîne.Nava vê pirsêda Elîyêv qewilên nû pêşda kişandîye, gorî kîjanê peymana aşîtîyê wê tunebe, heger Ermenîstan guhartina neke nava qanûndarîya xwe.
“Ji Bekûya fermî van dawîya cêrge elametîyên derheqa deşta Ermenîstanêye qanûndarîyêda tên bihîstinê, û ew teribandina serbixwetîya welatê meye, pêra jî tevî îşê meyî hundur dibin. Nava qanûndarîya Ermenîstanêda tu tiştê usa tune, ku pêşîya “Peymana aşîtîyê” bigre û ev yek ne tenê qîmetê sîyasîye”,- serokwezîr gotîye.







