H’emû nûçeSereke

Civîna sirêder ya encûmena netewên kêmjimar bi serokatîya Arayîk Harûtyûnyan hat lidarxistin

Bi serokê ofîsa serokwezîr Arayik Harûtyûnyan civîna sirêder ya encûmena netewên kêmjimar hat lidarxistin.

Gotûbêja mijarên di çarçoveya rojeva rûniştina berê de berdewam bû. Bi taybet di encama nîqaşan de endamên encûmenê guhertinên ku di rêziknameya kar ya encûmenê de hatine kirin pesend kirin. Di byûcêya dewletê ya Ermenîstanê de belavkirina desteka dewletê ya ji bo rêxistinên sîvîl yên hindikayîyên netewî hat nîqaşkirin û pejirandin. Serokê ofîsa serokwezîr destnîşan kir ku di rûniştina bê de pêşnîyarên derbarê lidarxistina wê çalakîyê de bên raberkirin ku bi mebesta balkêştir û bibandorkirina wê çalakîyê be.

Di çarçoveya rojevê de alîkarê wezîrê rêvebirîya herêmî û binesazîyê, endamê miclîsê Vaçê Terteryan der barê çavkanîyên malî yên ku di sala 2024 a de ji byûcêya dewletê ji bo civakên hindikahîyên neteweyî hatine veqetandin û bernameyên civakî-aborî pêk anîne, ragihand. Bi taybetî hat destnîşankirin ku civakên ku beşdarî bernameya mezinkirina civakê nebûn ji sala 2021 ê vir va beşdarî bernameyên alîkarîyê bûne.Sala 2021 ê de 6 bername,  sala 2022 a da 7 bername, sala 2023 a de 9 bername,  sala 2024 a de jî 8 bername hatin raberkirin. Hat tekezkirin ku di encama guhertina di qanûna  “Li ser wekhevîya darayî” de, di byûcêya dewletê ya sala 2024 a de 50 mîlyon diram alîkarî ji bo hemû civakên ku beşdarî mezinkirinê nebûne û nifûsa wan kêm e hatîye veqetandin.

Hat destnîşankirin ku ji xêncî bernameyên ku ji bo sala 2024 a tên plankirin, 3 bernameyên din yên mezin hene ku bi talîmata serokwezîr bi biryarên cuda xebatên amadekirina wan dest pê kirin. Li gorî vê yekê, ji bo xebatên avakirina beşa rê ya 3 klomêtrê ya ku bi civaka ezdîyên Fêrîkê ya navçeya Armavîrê û civakên din yên herêmê re peywendîyê dide, ku lêçûna wê bi qasî 150 mîlyon diram e, ji bo sererastkirina rê, xebatên sêwirandinê têne kirin. Rêya navbera komînan ya li taxa Otêvan ya ser bi navçeya Mêsamorê ya navçeya Aragasotinê, ku lêçûna wê derdora  400 mîlyon dolar e. Bi giştî di salên 2021-2024 a de nêzîkî 1,8 mîlyard diram proje hatine cîbicîkirin, ji vana 914 mîlyon byûcêya dewletê, 585 mîlyon jî alîkarîya komê, fonên din jî tê de cîh girtine.

Arayîk Harûtyûnyan tekezî li ser raberkirina bi rêkûpêk raporên bi vî rengî kir, ku tê de bernameyên ku di civatên bi hindikahîyên neteweyî re û di civatên mezinbûyî de li wargehên bi hindikahîyên neteweyî re hatine pêkanîn kurte dikin.

Di civînê de mijarên din yên endamên meclîsê jî hatin nîqaşkirin.Arayîk Harûtyûnyan pêşnîyar kir ku heger pirsgirêkên lezgîn hebin ji dezgeha pêwendîdar re bên şandin û di rûniştinên pêş de jî bi rêzê ve bikevin rojevê û li ser bê nîqaşkirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button