Paşînyan çûyîna tevî Adirbêcanê ya bi rîya dîyarkirina sînora girîng hesab dike

Paşînyan çûyîna tevî Adirbêcanê ya bi rîya dîyarkirina sînora girîng hesab dike, bona ku 29 743 çargoşe kîlomêtrên Ermenîstanê dîyarbin.
Derheqa wê yekêda “Armênprêss” ê ragîhandîîye û hatîye dîyarkirinê,wekî serokwezîr dora wê têmayê tevî binelîyên Şînûhayrê gotîye û daye dîyarkirinê,wekî pêvajoya dîyarkirina sînora garantîya ewlehkarîya welête.
“Ew cîh, li kîderê sînor dîyarkirî nînin, gerekê bêne dîyarkirinê. Li kîderê em pêşda çûne, gerekê paşda bên, li kîderê ew pêşda hatine, ew gerekê paşda herin. Gerekê xet bê dîyarkirinê”,- Paşînyan gotîye.
Paşînyan ew yek jî girîng hesab kirîye,wekî tevî Adirbêcanê sînorê nû nayê kişandinê, lê sînorê wextê hilweşîna Yekîtîya Sovyêtê tê dasekinandinê.
“Ew prînsîp gelekî girînge, çimkî em niha dibêjin, ku sînor wêderêra derbaz dibe, kîderêra ew derbaz dibe. Raste li gundê Kîransê, girêdayî çend malava pirsgirêk pêşda hatin, lê em naxwezin ji rê dûrkevin, çimkî heger ev konstrûksîya ji cîhekî xirab bibe, ewê usa li cîhên mayîn xiravbe”,- Paşînyan gotîye.







