H’emû nûçeSereke

Gelo peymana di navbera Ermenîstîanê û Fransîyayêda, ya derheqa sîstêmên artîlêrîyayêda, çi dide kifşê?

Fransîya û Ermenîstan nava doranên hevkarîya leşkerî-têknîkîda peyman mor kirine, li gorî kîjanê gerekê sîstêmên artîlêrîyayêye bi navê CAESAR  bidine Ermenîstanê. Destpêka kanûna sala 2023 a Sênata Fransîyayê pêşnîyarî hukumatê kirîye ku çiqasî dikarin lez pirsa dayîna sîstêmên artîlêrîyayê, yên bona Ermenîstanê lê binihêrin, bi taybetî bona hewcetîya wan û ew sîlih çawa yên xweparastinê nav kirine.

Pisporê navenda Yêrêvanêye herêmî Êdûard Arakêlyan gotîye wekî ev peyman dide kifşê, wekî Fransîyayê xêncî radarên ku dane Ermenîstanê, wê sîlihên başqe jî bide.

Bi hesabhildana wê yekê wekî li cem Fransîyayê têknolocîyên pêşketî tên xebitandinê, meriv dikare hîvîyêbe wekî nava wê govekêda jî wê pêşketinê hebe û eskerê  Ermenîstanê wê bi sîlihên dijî tanka û komplêksên rokêtava bê razîkirinê. Sîstêmên CAESAR , yên ku ji Fransîyayê bên, wê tevî sîstêmên Hindistanêye  ATAGS 155/52   cîhê sîliha bidine tîjîkirinê.Sîstêmên fransî hatine cêribandinê û ew li Ûkraînayê tên xebitandinê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button