Gantaharyan: îhtîmala ku Îran û Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî derbasî şerekî herêmî yê vekirî nebin

Derbarê şerê di navbera Îsrayêl û “Hêzbollahê” de, heta niha xetên sor bi temamî nehatine derbazkirin, ku wê şerekî vekirî ferz bike. Sernivîserê rojnameya “Azdak” ê ya ku li Libnanê derdikeve Şahan Gantaharyan di axaftina xwe ya bi nûçegihanê News.am ê re gotîye.
Bi gotina wî, ew xetên sor li ser hesabê Îran û Amêrîkayê tên parastin, lema ne mimkûne ku alî ber bi şerekî eşkere yê herêmî ve biçin. Ewî texmîn dikir ku şer wê bi rêya hêzên wekalet pêk bê.
Li gorî Gantaharyan, erdnîgarîya opêrasîyonên leşkerî ji başûrê Libnanê jî berfireh bûye, êrîş dijwartir bûne, dibin sedema wêrankirina avahîyan û zêdebûna qurbanîyan.
Di heman demê de, wî nexwest van şeran bi ya ku li Gazayê diqewime, ku tê de şerekî berfireh û vekirî diqewime, bide ber hev.
“Faktorên astengkirinê hene, bi taybetî Îranê ragîhandîye ku ew şer naxwaze, lê got ku ew amade ye serî li xweparastinê bide. Di heman demê de Têhranê ragîhand ku tenê “Hêzbollah” nikare rû bi rûbûna Îsrayêlê bike. Ev tê wê maneyê ku berdewamîya şer bi Îranê ve girêdayî ye. Lê ev nayê wê wateyê ku rewş dê pêş bikeve”,- Gantaharyan zêde kirîye.
Ew texmîn dike ku lihevkirinek muhtemel ya li ser Gazayê dibe ku bandorê li pêvajoya opêrasîyonên leşkerî li ser rîya Libnanê bike. Wî red nekir ku Îsrayêl dixwaze li başûrê Libnanê herêmeke tampon ava bike.
“Ev tê wê wateyê ku dibe ku armanc ew be ku nifûsa Libnanî ji başûr veguhezîne wekî bersivek neynikê li ser rastîya ku nifûsa bakûr berê ji ber şer koçber bûye. Her wiha dibe ku ev opêrasîyonên leşkerî di mûzakereyên ji bo berdana dîlên Îsrayêlê de bên bikaranîn”.Ewî bal kişand ku li cîhên ku opêrasîyonên leşkerî lê tên kirin, tu civakeke ermenî bi hev re jîyan nake.
“Heya niha kuştî û birîndarên ermeniyan çênebûne. Lê belê, hem tevahîya gelê Libnanê û hem jî civaka ermenî bi encamên şer texmîn dikin. Welat ji xwe di nava nezelalîya sîyasî û krîzeke kûr ya darayî û aborî de bû.
Şerê hîbrîd, di heman demê de bi awayê şerê agahdarî û psîkolojîk, dibe sedema zêdebûna nezelalîya navxweyî û her ku diçe hejmara koçberên navxweyî yên ji herêmên başûr zêde dibe. Di paşîya van hemûyan de bi taybetî jî di nav ciwanan de, ku di nav wan de ermenî jî hene, nifûsa ji welêt derketîye. Lê belê, di vê gavê de tu derketina girseyî ya mirovan ji welêt tune”,- Gantaharyan bi dawî kirîye.







