H’emû nûçeSereke

Hindistanê ketina Tirkîyayê ya nav BRICS ê asteng kirîye: BILD

Serokkomarê Tirkîyayê Receb Tayîb Êrdogan berîya civîna 16 emîn ya blokê dixwaze tevlî BRICS ê bibe û serlêdana endamtîyê kir. Lê ji bo niha divê ew vê ramanê binax bike.

Dîplomatê berê û pisporê sîyaseta der yê “Fonda Karnêgîyê” ya Tirkîyayê Sînan Ûlgên ji BILD ê re  ragîhand ku Hindistan rê li ber beşdarbûna Tirkîyayê di nav BRICS de digire. Sedem jî têkilîyên baş yên Enqereyê bi dijminê Hindistanê Pakîstanê re ye.

Li gorî Ûlgên, Êrdogan dixwaze bi Vladîmîr Pûtîn re ji bo xurtkirina “xweserîya stratêjîk” ya Tirkîyayê di nava tifaqekê de be. Bi ser de, ew ji Yekîtîya Avropayê bêhêvî ye. Sedemeke din jî “desthilatdarîya sîyasî” ye. Êrdogan dixwaze nîşan bide ku “dikare di heman demê de li ser kursîyên NATO ê  û BRICS ê rûnê”. Di qada navneteweyî de xwe wek “navbeynkar” dibîne.

Rexnegir dibêjin ku Êrdogan bi van rêbazan Tirkîya xiste nava tecrîda sîyasî ya der.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button