
Li kampa Holê û der-dora wê, di 4 rojan de 73 çeteyên DAÎŞ ê û hevkarên wê ji alîyê Hêzên Sûryaya Dêmokratîk (HSD) û asayîşê ve hatin girtin.
Opêrasîyona ewlekarîya domdar roja 6 ê mijdarê ji alîyê Hêzên Sûryaya Dêmokratîk (HSD) û hêzên ewlekarîya hundirîn (asayîş) ve li kampa Holê û derdora ve hat destpêkirin.
Li gorî agahîyên ku fermandarên opêrasîyonê hatine dayîn, di 4 rojan de 73 çeteyên DAÎŞ ê û hevkarên wê hatine girtin.
Armanca opêrasyonê, paqijkirina 100 kîlomtêrê li kampa Holê û derdora wê (devera di navbera Hol, Tîl Hemîs, Hesekê, Eşîre û Şedadê de) ye.
Hêzên opêrasîyona ewlehîya domdar di daxuyanîyekê de dîyar kir, bi dehan şikeft û cîhên ku têrorîstên DAÎŞ ê xwe lê vedişartin, hatine pakkirin.







