Berjewendiyên Ermenîstanê û Îranê sed selefÎ li hev in: Ehsan Movahedîan

Ermenîstan û Îran welatên ku berjewendiyên wan sed selefî li hev i, dema berjewendîyên welatan bi vî awayî li hev bên dîtin gelek zehmete ku li cîhanê dozeke din bê dîtin.
Mamosteyê zanîngeha ATU (Allameh Tabataba) ya Tehranê, pisporê navneteweyî, Ehsan Movahedîan, ku li ser mijarên herêma Kafkasyayê bi taybetî têkiliyên Ermenîstan û Adirbêcanê û welatên cînar yên herêmê disekine, ev nêrîn eşkere kirîye.
Ehsan Movahedîan li ser asta niha ya peywendî û hevkariyên di navbera Ermenîstan û Îranê de amaje bi vê yekê kir ku hevkarî û peywendîyên her du welatan berfiretir û geştir dibe.
“Ez ji geşbûna peywendîyên me memnûn im, lê ez dibînim ku pêwîstîya me bi xurtkirina wan heye. Em di warên cuda de kar dikin ku bi rastî jî girîng in. Bi dîtina min yek ji girîngtirîn beşên hevkariya me di warê aborî de ye. Bi dîtina min bingeha hevkarîyên aborî yên di navbera her du welatan de, niyazên Ermenîstanê ku di dilê rêyên aborî yên herêmê de bin, înîsiyatîva “Xaçerêya aşîştîyê” hem ji bo we û hem jî ji bo Îranê pir girîng e”,- pispor destnîşan kir ku ev korîdorên aborî hinek rê bi xaka Îranê bi xwe ve girêdayî ne.
Ewî bal kişand ser wê yekê ku bi taybetî korîdora “Bakur-Başûr” ji bo Ermenîstanê û Îranê xwedî girîngiyeke mezin e. Li gor wî divê Yerevan û Tehran ji bo başkirin û pêşvebirina vê korîdorê bixebitin, ji ber ku ew ji bo Ermenîstanê rêya herî ewle ye ber bi avên azad yên Kendava Farsê.
“Baş e ku Ermenîstan jî dixwaze bikeve rêya aborî ya Rojhilat-Rojavayê, lê dema ku em rewşê dinirxînin, ez wisa difikirim ku peymana aşîtîyê ya di navbera Yêrêvan û Bakûyê de wê ewqas zû nebe, ji ber ku em dibînin ku Tirkiya û Adirbêcan çawa bersiva we didin. Ji ber vê yekê li vir bi Îranê, Ermenîstanê û Gurcistanê re vebijarkek baş heye û ne tenê ji bo we, ji bo me jî girêdana her sê welatan girîng e. Ehsan Movahedîan, bi hûrgilî diyar kir ku bi rêya Komara Ermenîstanê, Îran dikare hem bi herêma Avrasya û hem jî bi Asyaya Navîn re têkildar be.
Pispor careke din piştrast kir ku Ermenîstan di wî warî de ji bo Îranê xwedî girîngiyek mezin e. “Tenê hinek kes li Îranê fêm nakin ka ev girêdan çiqasî girîng e”.
Pispor li ser hevkariya her du welatan di warê aboriyê de jî behsa hevkariya di warê ênêrjiyê de kir û bi bîr xist ku Ermenîstan dixwaze bazara xwe ya ênêrjiyê cihêreng bike, naxwaze xwe bi Rûsyayê ve girêbide.
“Ev pir mentiqî ye ji ber ku hemû welatên cîhanê vê yekê dikin. Hûn dikarin di vî warî de zêdetir xwe bi Îranê bihesibînin. Li ser pevguhertina ceyran û gazê lihevhatinek me heye û divê em wê berfireh bikin”,- Movahedîan gotîye.
Li gorî çavdêriya pispor, îranî dikarin cûrbecûr kelûpelan hinarde bikin Ermenîstanê û Ermenistan jî bi hinardekirina kelûpelên curbicur bo Îranê û bi rêya vê dawiyê jî bo welatên din dikarin hinarde bikin.
Li gor Ehsan Movahedîan xala din ya hevkarîyên Ermenistan û Îranê jî li ser siyaset û ewlehiyê ye.
“Îran û Ermenistan du welat in ku berjewendiyên wan bi sed selefî yek in. Pir zehmet e ku meriv li dinyayê dozek din bibîne ku berjewendîyên welatan ew qas bi yên me re li hev bikin. Mesele, dema mijar dibe korîdor, hin welat, welatên cînarê we, dixwazin di axa Ermenîstanê re derbas bibin, lê naxwazin rêzê li yekparebûna axa Ermenîstanê bigirin. Dixwazin korîdoran bi dest bixin û dixwazin wan kontrol bikin. Îran tekane welatê cînar e û tekane dost e ku dibêje ne pêkan e, nayê qebûlkirin.
Pispor her wiha bal kişand ser wê yekê ku Tirkiya bi alîkariya hin welatan hewl dide cîhaneke tirkî ava bike ku li pêşiya wan tenê Ermenistan e.
“Dîroka we ya kevin heye. Medenyyeta we heye, alfabeya we heye, hûn yekem welatê xiristiyan î li dinyayê. Û hûn di vê beşa cîhanê de bêhempa ne. Nikarin li ber xwe bidin. Û em dibînin ku hin hêmanên li welatên cînarên we dixwazin aramiyê derxin, bi awayekî rewşa Ermenîstanê biguherînin. Dixwazin şaristanîya we hilweşînin”.
Li gor wî Îran hewl dide dêrên ermenî yên di nav axa xwe de biparêze. “Hûn dizanin ku bi sedan dêrên we yên kevinar li Îranê hene û em rêz û hurmetê ji wan re diparêzin. Lê hûn dibînin cînarên din guh nadin van tiştan”.
Pispor careke din tekez kir ku Îran bi rastî piştgîriya yekparçeyiya axa Ermenistanê dike û ji ber bi navê “korîdor” ya ku hin welat dixwazin li Ermenistanê ava bikin, dilgiran e û naxwaze rêzê li yekîtiya axa Ermenistanê bigire.







