H’emû nûçeSereke

Ferqa di navbera civakên ku kêmneteweyên netewî lê dijîn û civakên mezinbûyî de dîyar e: serokwezîr

Li Ermenîstanê di warê xwebirêvebirina herêmî de, bi taybetî di warê mezinkirina civatê de rêformên mezin  hatine kirin.

 Li gorî nûçeya “Armênprêss” ê, serokwezîr Nîkol Paşînyan li Yêrêvanê di çalakîya ji bo salvegera 28 emîn damezrandina sîstêma xweserîya herêmî de  gotîye. Paşînyan destnîşan kir ku hê jî gelek pirsgirêk tên çareserkirin, divê teqez bersiva van pirsgirêkan bê dayîn.

Serokwezîr li ser mezinkirina civakan gotîye: “Ez dixwazim kêfxweşîya xwe bi helkefta biryardarîya ku me nîşan daye û helbet bi zelalî divê di warê rêveberiya xwecîhî de rêforman pêk bînin”.

Paşînyan di derbarê rewşa civakên ku hindikahîyên netewî lê dijîn, tirsa xwe parve kir. Wî da zanîn ku ferqa di navbera civakên ku nehatine firehkirin û civakên mezin de ji niha ve tê dîtin, ku dibe sedema alozîyê.

Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku hin guhertin di sîstêma yarmetîyê de hatine kirin, ku divê rê bide ku îmkanên yarmetîyê yên civakên hûrgelên netewî zêde bibin.

“Tirsa min ew e ku em ê nikaribin wê valahîyê jî bi wan amûran tijî bikin, ji ber ku ew bi lez mezin dibe. Nakokîya sîyasî jî ew e ku di demekê de dibe ku nêrînek çêbibe ku li Ermenîstanê li hember civakên ku xwedî nifûsa hindikahîyên neteweyî ne, helwesteke cîhêkar heye, ji ber ku ev valahî îro ber bi çavan ve diçe”.

Serokwezîr bal kişand ser wê yekê ku divê ev mijar bi nûnerên hindikahîyên netewî re bên gotûbêjkirin, da ku çareseriyeke berfireh û adil hebe.

Li Ermenîstanê tenê 5 gundên ku hindikahîyên ÿtnîkî lê dijîn nehatin mezinkirin: Erzinî, Vêrîn Dvîn, Fêrîk, Fîolêtovo, Şamîram.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button