H’emû nûçeSereke

Êkoaktîvîst Grêta Tûnbêrg ku li Bekûyê COP29 boykot kirîye, hat Ermenîstanê

Êkoaktîvîsta swêdî Grêta Tûnbêrg, ku berê boykotkirina konfêransa COP29 a li Bekûyê ragîhandibû, hatîye Ermenîstanê.

Li gorî rapora “Armênprêss” ê, ev yek ji alîyê Olêg Dûlgaryan, serokê navenda seferberî û piştevanîya civakî ve, di daxuyanîyekê de li ser rûpela xwe ya Facebookê ragîhandîye.

 “Bi berpirsîyarî û dilxweşîyeke mezin min êkoaktîvîsta swêdî Grêta Tûnbêrg dît ku hat Ermenîstanê û li ser sînorê Ermenîstan-Gurcistanê bi hevkarên xwe re COP29 ku li Bekûyê tê lidarxistin boykot kirîye. Derheqa derbarê pêvajoyên di demek nêzîk de”,- Dûlgaryan daye kifşê.

Grêta Tûnbêrg berîya ku bigihêje Ermenîstanê, li paytexta Gurcistanê Tbîlîsîyê li dijî konfêransa avhewayê ya COP29 ya ku li Bekûyê dewam dike, protêstoyek organîze kir.Ewê bi tundî rewşa avhewayê û mafên mirovan li Adirbêcanê rexne kir, û got ku welat COP29 wek enîyek ji bo xurtkirina kontrolê û bihêzkirina hêzê di binê rojeveke derewîn “kesk” de bikar tîne, ku tansîyonên herêmî girantir dike.

Tûnbêrg her wiha behsa paqijîya êtnîkî ya ku ji alîyê Adirbêcanê ve li Qerebaxê hatîye kirin û sûcên şer yên li dijî ermenîyan jî kir.Di gotara rojnameya The Guardianê de wî tekez kir ku rêjîma Îlham Elîyêv zextê li civaka sîvîl ya Adirbêcanê dike. Êkoaktîvîst her wiha bal kişand ser peywendîyên di navbera Adirbêcan û Îsrayêlê de û Elîyêv bi wê yekê tohmetbar kir ku bi rîya bazirganîya pêtrolê û girêbestên çekan nakokîyên navçeyî gurtir dike.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button