H’emû nûçeSereke
Matvîênko têra divîne li Ermenîstanê biqeside

Seroka şêwira Rûsîyayêye Fêdêrasîyon Valêntîna Matvîênko têra divine sala 2025 a li Ermenîstanê biqeside. Li gorî ragîhandina “Armênprêss” ê, derbarê wê yekêda cîgirê serokê şêwira fêdêrasîyon, hemsedirê komîsîya ermenî û rûsîye parlamêntîyê, Yûrî Vorobyov gotîye.
“Em hêvîdarin,wekî sala tê li Ermenîstanê wê hevdîtina seroka şêwira fêdêrasîyon Valêntîna Matvîênkoyê pêk bê. Ew hatîye dewetkirinê û em wê seredanê amade dikin û pêra jî hêvîdarin wekî ewê wextê hemcivîna herêmî biqewime, ya ku du sala carekê tê pêkanînê.
Dêmek, em amade dibin, hevkarî pêşda diçe û ez hêvîdarim,wekî hemû pirsê bêne helkirinê”,- ewî gotîye.
Bi gotina Borobyov seredana Matvîênkoyê sala tê têra tê dîtinê.







