Donald Tramp nameyek ji Nêçîrvan Barzanî re şandîye

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp nameyeke destxetî ji serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re şandîye û destxweşî lê kirîye.
Di nameyê de Donald Tramp spasîya nameya Nêçîrvan Barzanî kirîye û tekezî li ser girîngîya hevkarî û pêwendîyên hevbeş yên di navbera Amêrîkayê û Herêma Kurdistanê de kirîye.
Serokê Amêrîkayê di dawîya nameya xwe de hêvîya serkeftinê li serokê Herêma Kurdistanê kirîye.
Nêçîrvan Barzanî li ser destbikarbûna Donald Tramp peyamek belav kirîye û gotîye:
“Em hevkariîya xwe ya xurt ya bi Amerîkayê re bilind dinirxînin û em hêvî dikin ku em bi hev re ji nêzîk ve kar bikin ji bo pêşxistina aştî, aramî û nirxên hevbeş.”
Bi navê Herêma Kurdistana Îraqê, ez pîrozbahiyê li serok Donald Tramp dikim ku wek serokê Amerîkayêyî 47emîn dest bi kar kirîye”.
Di dema vekirina katedrala Notre Dameyê ya li Parîzê de, serokê Herêma Kurdistanê bi Donald Tramp re hevdîtinek kiribû.
Tramp wê demê serokê hilbijartî yê Amerîkayê bû.







