SerekeSîyasî

Hêzên amêrîkî, HSD û artêşa Sûrîya azad baregeheke leşkerî li nêzîkî Şamê ava dikin

Hêzên amêrîkî, HSD û artêşa Sûrîya azad derbasî firokexaneya Dimêr ya serbazî li derdora Şamê bûne û baregeheke serbazî ava dikin.

Rewangeha sûrî bo mafên mirovan belav kirîye, hêzên amêrîkî li gel bi sedan ji şevanên HSD ê û çekdarên artêşa Sûrîya azad derbazî firokexaneya Dimêr ya leşkerî ya li derdora Şamê bûne, ji bo avakirina baregeheke leşkerî ji hêzên amêrîkî re, ji bo pêkanîna opêrasyonên hevbeş.

Dîyar kir jî, firokexaneya Dimêr ya leşkerî cihekî stratêjîk e ji bo pêkanîna opêrasîyonên leşkerî li beyabana Sûrîyayê li dijî DAIŞ ê.

Li gor zanyarîyên rewangehê, di qonaxa bê de, wê opêrasyonên hevbeş di navbera wezîreta berevanîyê û Hêzên Sûrîya Dêmokratîk (HSD) de li dijî DAIŞ ê li biyabana Sûrîyayê hebin.

Rewangehê da zanîn jî, artêşa Sûrîya azad ku hevpeymanîya navdewletî piştevanî dike, di dema dawî de bajarê Dimêr yê li gundewarê Şamê kontirol kirîye û berpirsîyaretîya ewlehîyê li wî bajarî wergirtîye.

Artêşa Sûrîya azad ku bi navê (Mexawîr) tê nasîn, grûpeke sûrî ye di sala 2015 a de hat damezirandin, ji alîyê Amêrîkayê ve hatîye perwerdekirin û li nêzîkî baregeha Tînîf ya li nêzîkî sînorê Sûrîyayê -Îraqê bicîh dibe.

Bajarê Dimêr 45 km. li bakûrê rojhilatê Şamê li rêya navdewletî ya M-5 dikeve ku ew rê Şam û Heleb bi hevva  girê dide.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button