H’emû nûçeSereke

Macaristan alîkarîya leşkerî ya Yekîtîya Avropayê ji bo Ermenîstanê asteng dike

Macarîstanê asteng kirîye ku Yekîtîya Avropayê bi rêya tesîsa aşîtîyê ya Avropayê 20 mîlyon yûro alîkariya leşkerî ya “nekujer” bide Ermenîstanê.
Hemî welatên Yekîtiya Avropayê ji bilî Macaristanê piştgirî dan pêşnûmeya berpirsa siyaseta derve ya Yekîtiya Avropayê Kalasê, çavkaniyek dîplomatîk li Bryûsêlê gotîye, û anî ziman ku Budapêstê roja duşemê di civîna wezîrên der yên Yekîtiya Avropayê de li Lyûksêmburgê vetokirina biryarê berdewam kirîye.

Çavkaniyê di hevpeyvîneke li gel radyoya “Azaî” ê gotîye: “Piştî danûstandinên îro heta niha tu pêşketin çênebûye.
Di tîrmeha sala borî de Ermenîstanê yekem alîkariya leşkerî ya 10 milyon yûro ji Yekîtîya Avropayê wergirtibû. Diviyabû di van du sal û nîvan de ev pere ji bo avakirina nexweşxaneyeke meydanî û efirandina çavkaniyên piştgiriyê ji bo yekîneyeke artêşa Ermenîstanê ya bi qasî tabûrê were xerckirin.

Macarîstanê bi mehan ev veqetandin asteng kir, daxwaz kir ku alîkariyên bi vî rengî ji Adirbêcanê re, ku têkiliyên wê yên nêzîk didomîne, were peyda kirin. Hat ragihandin Budapeştê di dawiyê de vêtoya xwe rakir di berdêla soza Yekîtîya Avropayê ya fînansekirina xebatên pûçkirina mayînan li Adirbêcanê ji çavkaniyek din.
Berevajî welatên din yên Yekîtiya Avropayê, Macarîstanê di mijara Qerebaxê de bi eşkere piştgirî da Adirbêcanê. Wezîreta karên der ya Macaristanê piştî sê rojan piştî destpêkirina şerê Qerebaxê di sala 2020 a de ev piştgirî piştrast kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button