
Serok Barzanî bi boneya salvegera rojnamegerîya kurdî peyamek weşandîye û ragîhandîye, rojnamegerî û karê mêdyayî faktorek girîng e ji bo pêşxistina hişmendîya neteweyî û parastin û dewlemendkirina zimanê kurdî. Herwiha gotîye, ragîhandin û rojnamegerîya kurdî çekekî bihêz e ji bo danasîna doza rewa ya gelê me bi cîhanê.
Serok Mesûd Barzanî 22 ê nîsanê di peyama xwe de gotîye: “Bi boneya 127 salîya yekem rojnameya kurdî, ku di heman demê de roja rojnamegerîya kurdî û salvegera damezrandina sendîkaya rojnamevanên Kurdistanê ye, ez pîrozbahîyên xwe yên germ arasteyî hemû rojnamevan û mêdyakarên Kurdistanê dikim”.
Serok Barzanî dibêje: “Rojnamegerî û karê mêdyayê faktoreke girîng e di pêşxistina hişmendîya neteweyî û parastin û dewlemendkirina zimanê kurdî de. Di heman demê de, ragîhandin û rojnamegerîya kurdî çekeke bihêz e ji bo danasîna doza rewa ya gelê me bi cîhanê. Herwiha amrazek bi bandor e ji bo parastina çanda pêkvejîyanê û kûrkirina çanda aşîtî û lêborînê ya gelê kurd”.
Herwiha gotîye: “Bi vê boneyê, ez bang li hemû rojnamevan û xebatkarên mêdyayê dikim ku di erkên xwe de bi awayekî profêsîyonal serederî bi bûyer û pêşketinan re bikin û nirx û berjewendîyên gelê xwe li ber çavan bigirin”.
Serok Mesûd Barzanî di dawîya peyama xwe de gotîye: “Ez ji hemû rojnamevanên kurd re serkeftin û berdewamîyê dixwazim”.







