SerekeSîyasî

127 sal di ser damezrandina rojnamegerîya kurdî re derbaz dibin

127 sal di ser derketina yekemîn rojnameya kurdî ya bi navê “Kurdistan” re derbaz dibe. Di vê rojê de bi dehan çalakîyên cûre-cûre dê werin lidarxistin.

22 ê nîsanê, salvegera  127 emîn  weşandina yekem rojnameya kurdî ye. Di sala 1898 a de, rojnameya yekem ya kurdî “Kurdistan” ji alîyê Miqdad Medhat Bedirxan ve li Qahîreya Misrê hate weşandin.

Rojnameya “Kurdistan” bi zaravayê kurmancîya jorîn dihat weşandin û her du hefteyan carekê yan jî piştre dihat weşandin.

Rojnameya “Kurdistan” heta hejmara pêncemîn ji alîyê Miqdad Medhat Bedirxan ve dihat êdîtorkirin, piştî hejmara pêncemîn birayê wî Ebdulrehman Bedirxan êdîtorîya wê girt ser xwe.

Destpêka weşandina rojnameya “Kurdistan” ê, mîna xebateke neteweyî û rewşenbîrî tê nirxandin. Roja destpêka derxistina rojnameya “Kurdistan” ê îro ji alîyê hemû dezgehên kurdî û herwiha ji alîyê hukumeta Herêma Kurdistanê ve wek destpêka rojnamegerîya kurdî tê qebûlkirin û pîrozkirin.

Bi giştî 31 hejmar ji rojnameya “Kurdistan” ê derket. Ji hejmara yekê heta pênca li Qahîrê derket, ji hejmara 6 a heta 19 a li bajarê Cênêvayê ya Swîsrê, ji 20 î heta 23 a dîsa li Qahîrê, hejmara 24 a li Londonê, ji hejmara 25 a heta 29 a li Almanyayê û 30 î û 31 ê jî dîsa li Cênêvayê hatine derxistin.

Sedema ku rojname li çend welatan derketin, sedema rawestandina wê jî ji ber wê yekê bû ku Misir û hemû navçe di bin desthilata Osmanîyan de bû, ku wê çaxê nedihîştin hemû hejmarên rojnameyê li Qahîrê derkevin, nexasim ku bi navê kurd û Kurdistan bû.

Hejmara 31 ê , çapa dawî ya rojnameya “Kurdistan” bû û piştî wê tu hejmareke wê rojnameyê derneket û dawî li weşana wê hat.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button