
Serokê parlamênta Ermenîstanê Alên Sîmonyan, yê ku bi serdana xebatê li Fransîyayê ye, rastî serokê Sênata Komara Fransîyayê Jêrar Larşê hatîye.Alên Sîmonyan ji bo piştgirîya bêdawî ya Fransîyayê di parastina yekparçeya ax û serwêrîya Ermenîstanê, pêşxistina aborî û xurtkirina berxwedanê de spasîya Fransîyayê kirîye û destnîşan kirîye ku Ermenîstan gavên Fransîya bira pir dinirxîne.
Jêrar Larşê, sirîya xwe de, amadebûna Fransîyayê ji bo berdewamîya piştgirîya xwe ji bo Ermenîstanê piştrast kirîye.
Gotûbêjên hevpeyaman li ser mijarên têkilîyên Ermenîstan-Fransîyayê, têkilîyên Ermenîstan-Yekîtîya Avropayê û rêformên dêmokratîk yên li Ermenîstanê bûne. Her wiha balkişandineke cuda li ser rewşa herêmî û pêwîstîya îmzekirina peymana aşîtîyê di navbera Ermenîstanê û Adirbêcanê de hatîye dayîn.







