H’emû nûçeSereke

Zangêzûr xeta meye sore û pirsa ewlehîya miletîyêye: kanala Telegrame

Endamên komîsîya parlamênta Îranêye ewlehîya miletîyê Elîriza Borûcerdî gotîye: “Me çendik-çend cara gotîye Pûtîn û Êrdogan wekî tabîya me hindava pirsa Zangêzûrê çi cûreyîye”. Derheqa wê yekêda kanala Telegrame ya rojnamevanê îranî nivîsîye.

“Beşdarbûna Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ne tenê xirabe, lê usa jî qezîyaye.Ermenîstan jî dijî sazkirina korîdorêye.

Bi hesabhildana bûyarên ku diqewimin, Îran wê yekê pêwîst hesab dike ku gavên aktîv hindava Bekûyê, Rûsyayê, Tirkyayê û Ermenîstanê biavêje.

“Zangêzûr xeta meye sore û pirsa ewlehîya miletîyêye. Emê hemû mecala bidine xebatê ku berjewandîyên xwe biparêzin”,- kanala Telegrame dibêje.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button