
Berî 11 salan kurdên êzidî li bajarê Şengalê yê Başûrê Kurdistanê ji alîyê DAIŞ ê ve bûn şahîdê tawaneke mezin ya wek komkujîyê.
Hejmareke zêde ya rêxistinên navneteweyî, hukumet û parlamêntoyên welatên cîhanê tawanên DAIŞ ê yên li dijî kurdên êzidî wek komkujî nas kirîye û şermezar kirîye.
Komkujî ji alîyê hejmareke sazîyên Neteweyên Yekbûyî ve jî hatîye naskirin.
Lîsteya wan welat û sazîyên ku komkujîya kurdên êzidî nas kirîye:
Neteweyên Yekbûyî û sazîyên navneteweyî
1) Ofîsa komîsarîya bilind ya Neteweyên Yekbûyî ya mafên mirovan 19 ê adara sala 2015 a di raporeke xwe de tawanên DAIŞ ê yên li dijî kurdên êzidî wek komkujî bi nav kirîye.
2) Tîma Neteweyên Yekbûyî ya lêkolîna tawanên DAIŞ ê (UNITAD) 10 ê gulana sala 2021 ê gihişt wê encamê ku kiryarên DAIŞ ê wek komkujî bê hesibandin.
3) Konsêya Avropayê ku rêxistineke navneteweyî ya taybet bi parastina mafên mirovan, dêmokrasîyê û serwêrîya yasayê ye û 46 endamên wê hene 27 ê kanûna paşin ya sala 2016 a komkujîya kurdên êzîdî nas kirîye.
4) Parlamêntoya Yekîtîya Avropayê 4 ê sibata sala 2016 a bi piranîya dengan pêşnûmeyek qebûl kirîye û tawanên DAIŞ ê yên li dijî kurdên êzîdî, xiristîyanan û hemû kesên din wek komkujî nas kirîye.
Welat
Amerîka: civata nûneran ya Amêrîkayê 14 ê adara sala 2016 a bi piranîya dengan tawanên DAIŞ ê yên li dijî kurdên êzîdî, xiristîyanan, şîeyan û pêkhateyên din wekî komkujî nas kirîye.
Brîtanya: civata nûneran ya Brîtanyayê 20 ê nîsana sala 2016 a komkujî nas kirîye lê hukumetê ev yek red kirîye.Hukumeta Brîtanyayê di dawîyê de 1 ê tebaxa sala 2023 a bi awayekî fermî tawanên DAIŞ ê wekî komkujî nas kirîye.
Şotlandîya: parlamentoya Şotlandîyayê 23 ê adara sala 2017 a komkujî nas kirîye.
Kanada: civata nûneran ya Kanadayê 25 ê cotmeha sala 2016 a bi piranîya dengan komkujî nas kirîye û biryar da ku di nava 120 rojan de mafê penaberîyê bide jin û keçên êzidî.
Fransya: civata pîran ya Fransîyayê 6 ê kanûna pêşin ya sala 2016 a bi piranîya dengan komkujî nas kirîye.
Ermenîstan: parlamêntoya Ermenîstanê 16 ê kanûna paşin ya sala 2018 a komkujîya kurdên êzîdî nas kirîye.
Îraq: parlamêntoya Îraqê 1 ê adara sala 2021 ê yasaya rizgarbûyên êzîdî qebûl kirîye ku tê de tawanên DAIŞ ê yên li dijî kurdên êzîdî, tirkmên, xiristîyan û şebekan wek komkujî û tawanên li dijî mirovahîyê bi nav kirîye.
Bêlçîka: parlamentoya Bêlçîkayê 17 ê tîrmeha sala 2021 ê bi piranîya dengan komkujîya kurdên êzidî nas kirîye.
Holandîya: civata nûneran ya Holandîyayê 6 ê tîrmeha sala 2021 ê bi piranîya dengan komkujî nas kirîye.
Almanya: parlamêntoya Fêdêral ya Almanyayê 19 ê kanûna paşin ya sala 2023 a bi piranîya dengan komkujîya kurdên êzîdî nas kirîye.
Swîsr: paarlamêntoya Swîsrê kanûna pêşin ya sala 2024 a bi piranîya dengan tawanên DAIŞ ê yên li dijî kurdên êzîdî wek komkujî nas kirîye.
Di êrîşa DAIŞ ê ya 3 ê tebaxa sala 2014 a , bi hezaran kurdên êzîdî hatine kuştin û revandin.
Zêdetirî 325 hezar kes koçber bûne û piranîya wan li Herêma Kurdistanê bi cîh bûne, 100 hezarî zêdetir kes jî koçberî derveyî welêt bûne.







