
Îran û Ermenîstan cînarên xwezayî ne û bê guman, heger Ermenîstan di mijarên ewlehîyê de pirsgirêk hebin, Îran dikare hin garantîyên ewlehîyê bide, ji ber ku rewş bandorê li Îranê jî dike. Îran amade ye ku di mijarên ewlehîyê de garantîyan bide.Derheqa wê yekêda pisporê navneteweyî yê Îranî Êhsan Movahêdyan hevpeyvîna bi rojnamevanan re di çarçoveya konfêransa navneteweyî ya “Arsax: nakokîya çaresernekirî, mafê vegerê” ragîhandîye.
Pispor destnîşan kirîye ku “Em piştrast in ku Dewletên Amêrîkayêye Yekbûyî ne ji bo parastina ewlehîya Ermenîstanê, lê ji bo bêîstîqirarkirina herêmê, zirardayîna Rûsyayê, Îranê û dû re jî Çînistanê dikeve herêmê. Dewletên Yekbûyî hewil dide ku gelê Ermenîstanê li dijî hev bizivirîne”. Ewî tekez kirîye ku pirsa Syûnîkê ji bo Îranê xeta sor e û Îran amade ye ku garantîyên ewlehîyê bide Ermenîstanê. Li gorî wî, heger Amêrîka hewil bide “gavên din” bavêje, Îran wê bersivê bide.







