SerekeSîyasî

Ermenî avahîyên bi kalîtetir ji adirbêcanan ava dikin:dîrokzanê adirbêcanî

Li Qerebaxê avahîyên saxlem tên hilweşandin û avahîyên bi kalîteya nizm tên çêkirin, kîjana byûcêyê didizin. Dîrokzanê adirbêcanî Tûral Hemîd li ser torên civakî li ser vê yekê nivîsîye.

Ewî ragîhandîye ku rêya Şûşî-Laçînê, ku tebaxa sala 2022 a de hatîye xebitandin, salekê şûnda hilweşîyaye û kes jî cabdar nîbûye.

“Mirovên temennavîn dizanin ku ermenî dizanin çawa ava bikin û piranîya xanîyên li dora Qerebaxê (her wiha li Qazaxê) ji hêla hunermendên ermenî ve hatine çêkirin. Gelek ji me dizanin ku avahîyên ku ji hêla ermenîyan ve hatine çêkirin ji yên ku ji hêla azêrîyan ve hatine çêkirin bi kalîteyeke bêhempa bilindtir in. Ew matêryalên avahîyê nadizin, mîna vir, ew bi awayekî sûnî bihayê zêde nakin, korûpsîya sîstêmîk tune. Divê tam wisa be û avahîyan bi hezaran bahaneyan neyên hilweşandin”,- ewî destnîşan kirîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button