
Wezîreta Afganistanêye karên der ya Êmarata Îslamî spasî û nirxandina xwe ji welatan re, tevî Ermenîstanê, rêxistinên navneteweyî û ajansên alîkarîyê, ji bo îfadeyên sersaxî, hevxemî û hevgirtina mirovî, û her weha ji bo alîkarîya ku piştî windahîyên mirovî û madî yên ji ber erdheja dawî ya li rojhilatê welêt çêbûne, raber kirîye. Ev yek di rûpela X ê ya wezîreta Afganistanêye karên derda hatîye dîyarkirin.
Li gorî raporên dawî, erdheja 31 ê tebaxê ya li Afganistanê ku 6 qal bûye, 2 205 kes mirine û 3 640 kes jî birîndar bûne.







