SerekeSîyasî

Adirbêcan bi rêyeke aloz çekan digihîne Ûkraînayê

Li gorî raporeke ku ji hêla portala nûçeyan ya Rûandayê  «Umuseke» ve hatîye weşandin, Adirbêcan û welatên NATO ê bi rêya rêyeke qaçaxtîyê ya aloz ku sê parzemînan digire nav xwe, ku serhildêrên Sûdanî tê de ne, çekan didin Ûkraînayê.Derheqa wê yekêda hêla medyaya tirkîyê ve hatîye ragîhandin.

Raportêda tê gotin  ku sewqîyat ji alîyê komeleya pîşesazîyê ya CIHAZ ve hatîye organîzekirin, ku bi wezîreta parastinê ya Adirbêcanê ve girêdayî ye.

Tê gotin ku çekên ku hatine şandin bombeyên hewayî, pergalên parastina hewayî yên mobîl, parçeyên dronan û çekên din dihewîne, ku piranîya wan bi lîsênzîya Tirkîyayê hatine çêkirin.

Li gorî çavkanîyan, çekên ku ji Adirbêcanê têne şandin pêşî digihîjin Tirkîyeyê. Barê ku li kargeha Değirmen Makina ya li Gazîantapê wek “alîkarîya mirovî” tê binavkirin, bi keştîyên aîdî hevaltîyên Yıldız Line   yên Tirkîyayê û AGL Forwarding yên almanî, ji bo bendera Sûdanê tê şandin.

Li gorî çavkanîyan, çek ji hêla hevaltîya veguhestina   Mediterranean Shipping Company  ya Swîsreyê ve têne veguhastin bo bendera Hambwrgê (Almanya), ji wir bi rêya bejahî têne şandin bo Ûkraînayê.

Ev ne cara yekem e ku Adirbêcan bi dayîna çekan ji bo Ûkraînayê tê tawanbarkirin.Sala 2022 a de, medyaya Qazaxistanê ragîhandîye ku CIHAZ borîyeke çekan ya ku ji bo Ûkraînayê hatibû amadekirin kifş kirîye. Her wiha hatîye ragîhandin ku hevaltîyên wek Technol Ltd. û Azersky, û her wiha CIHAZ, bi rêya Tirkîyayê çeka peyda kirine.

Li gorî The War Zone, sê balafirên şer yên MÎG-29 yên Adirbêcanê sala 2023 a de ji bo Ûkraînayê hatine veguhastin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button