H’emû nûçeSereke

Rêaktora nû ya atomî ya Ermenîstanê wê modûleke biçûk be:Paşînyan

Ermenîstanê biryareke stratêjîk daye ku rêaktoreke wê ya atomî ya din wê rêaktoreke modûlar ya biçûk be, û li ser vê mijarê bi 5 welatan re hevdîtin têne kirin.

Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda  serokwezîrê Komara Ermenîstanê Nîkol Paşînyan  di dema rûniştina pirs û bersivan ya hukumeta Ermenîstanê de ragîhandîye.

Paşînyan gotîye: “Me biryareke stratêjîk daye ku rêaktoreke me ya  atomî ya din wê rêaktoreke modûlar ya biçûk be.Me nîqaşeke piralî kirîye û ev biryar daye”.

Serokwezîr di bersiva pirsa ka Ermenîstan wê di vî warî de bi kê re hevkarîyê bike  gotîye: “Me ji hemî hevkarên xwe yên ku xwedî têknolojîyeke wusa ne yan jî dibe ku xwedî wê bin pirsîye gelo ew ê aciz bibin heger em vê mijarê bi yên din re jî nîqaş bikin. Her kesî gotin na”.

Ewî destnîşan kirîye ku dema ew diçe Moskvayê, mirov difikirin ku biryar hatîye dayîn ku rêaktorê nû bi Rûsyayê re tê çêkirin. Ermenîstan bi Dewletên Yekbûyî re mêmorandûmekê îmze dike, dû re diçe Moskvayê, dibêjin wana mêmorandûm îmze kirîye, ji ber vê yekê çima ew çûn Moskvayê?.

Serokwezîr tekez kirîye ku bi vî awayî, Ermenîstan bi 5 hevkarên xwe re li ser vê mijarê dîyalogê dike. Ji bilî vê, ev axaftina pratîkî ye. Komên pisporên ermenî serdana cîhên cuda dikin yan jî divê serdana wan bikin da ku lêkolîn bikin û fêr bibin.

Paşinyan gotîye:”Divê em biryarekê bidin û di nav 1-2 salên bê de peymanekê îmze bikin. Û dayîna wê biryarê û îmzekirina peymanê wê çarçoveyeke jêopolîtîk û sîyaseta derve nebe. Em rêaktoreke  atomî ya biçûk dixwazin û em wê bi bihayê herî baş, bi têknolojîya herî ewledar û bi dema vegerandina veberhênana xwe ya herî kurt dixwazin”.

Tê payîn ku stansîya  atomî ya Ermenîstanê sala 2026 a de biqede. Hukumeta Ermenîstanê bi hevaltîya rûsîye  «Rosatom» ê  re dixebite da ku dema xebitandina wê ji bo 10 salên din dirêj bike. Hukumeta Ermenîstanê plan dike ku heta sala 2036 a rêaktoreke nû ya  atomî bide xebatê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button