SerekeSîyasî

Li Belçîkayê wê yekem darizandina çekdarekî DAIŞ ê ji ber tawanên li dijî êzîdîyan pêk bê

Rojnameya Brussels Times ê ragîhandîye ku darizandina çekdarê DAIŞ ê yê bêlçîkî Sêmî Jêdou, ku bi navê Ebû Musab el-Bêlgîkî, Musab el-Bêlgîkî  jî tê nasîn, wê roja pêncşemê li dadgeheke jurîyê ya bi zimanê fransîaxêv li Bruksêlê dest pê bike.

Sêmî Jêdu, ku bi nebûna dadgehê tê darizandin,  sala 2012 a de çûye Sûryayê û venegerîyaye. Heger hîn sax be, temenê wî wê 35 salî be. Ew  sala 1989 a  li Brusêlê ji dayik bûye.

Dozgeriya fêdêral, ku 12 ê cotmeha sala 2021 ê de doz li dijî Jêdu vekirîye, ewî bi jênosîdê tawanbar dike. Jêdu k di navbera 2 ê tebaxa sala  2014 a û 14 ê nîsana sala 2019an de li dijî hejmareke nediyar ji endamên civaka êzidî kuştin û sûcên din yên giran kiriye.

Ew zilam her wiha bi tecawizkirin û kolêtîya sê kesan di navbera 1ê mijdara sala 2014 a û 31 ê kanûna pêşîn ya sala 2016 a de tê tawanbarkirin.

Ev hersê qurbanî, ku hin ji wan di dema sûc de di bin temenê biçûk de bûn, niha 29, 27 û 28 salî ne, û ew di vê dozê de wekî alîyên sîvîl tevdigerin.

Dudu ji wana li Almanyayê û Fransîyayê dijîn û wê ji roja pêncşemê pê ve li dadgehê amade bin. Doza li dijî Sêmi Jêdu yekem doza li Bêlçîkayê ye ku li ser qirkirina êzîdîyan e.

Holandîyayê, Almanyayê û Swêdê berê darizandinên bi vî rengî li dar xistine. Fransîya jî wê  sala 2027 a de vê yekê bike. Pispor sê alîyên taybetmendîya qirkirinê nas dikin: kuştina mêran, tecawizkirina jinan wek rêbazek ji bo şer, û îstismarkirina zarokan wek leşker.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button