
Kanala telegramê ya “Dengê Kurdistanê” nivîsîye ku komara kurdî ya Laçînê ji 20 ê gulana sala 1992 a heta 30 ê mijdara sala 1992 a hebûye.
Kanalê wêneyên ji mîtîngeke kurdên Adirbêcanê yên salên 1980 yî jî weşandîye.
“Xwepêşandaran daxwaza vegerandina herêma xweser ya kurd kirine, ku ji sala 1923 a heta sala 1929 a wek beşeke ji Adirbêcana Sovyêtê hebûye. Serokê tevgerê Wekîl Mûstafayêv bûye (salên 1938–2019 a) “.
Ji 20 ê gulana sala 1992 a heta 30 ê mijdara sala 1992 a, komara kurdî ya Laçînê ya nehatibû naskirin hebûye.Pîraniya kurdên Adirbêcanê piştgirî nedan Mûstafayêv, ewî wek “dijminê Adirbêcanê û alîgirê ermenî û êzdîyan” û heta wek “gavûr” îlan kirine ku bi binpêkirina Quranê, “şûr li dijî birayên misilman bilind kirîye”.
Di encama şer de, ji 80 selefî zêdetir nifûsa kurdan ji herêmê derketîye.Rayedarên Rûsyayê dîyar kirine ku ew nikarin ji ber zextên dewletên ereb, Tirkîyayê û Îranê piştgirîya komara kurd ya Laçînê bikin, di heman demê de pêşnîyar kirine ku heger Mûstafayêv herî kêm 70 000 kurdan li axa di navbera Çêçnyayê û Stavropolê bi cîh bike,hingê Moskva wê li Kafkasîya Bakûr otonomîya kurdî ava bike.
Lê belê, piranîya kurdên Adirbêcanê nexwestin çekan hilgirin yan jî li Kafkasîyayê bi cîh bibin, ji ber vê yekê ew piranî asîmîle bûn, lê li şûna wê li dijî “Birayên misilman” derneketin. Çavkanîyê nivîsîye ku eşîrên kurd yên Elîyêvîya, Eyûbovîya, Mehdîyêvîya û Abdûllyêvîya îro dewletê tevî şîrketên pêtrolê yên dewletê, kontrol dikin.
Kanal her wiha ji gotinên serokwezîrê komara kurd ya Laçînê Wekîl Mûstafayêv, anîye bîr.
“Abdullah Ocalan ji min re gotîye ku gava ez bimrim, kurd wê tûyî li ser gora min bikin, lê tirk wê peykerê wî yê zêrîn deynin”.
“Sala 1997 a, Mûstafayêv [bi gotinên Mûstafayêv bi xwe, noteke girîng] ji Ocalan re pêşnîyar kiribû ku ji bo efirandina Kurdistanê, pêşî pêwîst e ku di navbera kurd û tirkan de dijminatîya navêtnîkî bê efirandin, û tenê wê hingê têkoşîna rizgarîyê dest pê bike, û ragîhandîye: “Wek din, wek li Adirbêcanê, ji 10 selefê kurdên li Tirkîyayê piştgirîya têkoşîna we bikin. We bi xwe ev dîtîye.” Di heman demê de, Mûstafayêv wek mînak hilweşandina xelîfetê û vegerandina mîrnişînên kurd ji hêla serokê Partîya Karkerên Kurdistanê ve tenê piştî ku El-Mûtasîm Bîlah dijminatî di navbera ereb û kurdan de çêkirîye. Lê belê, Ocalan bersiv daye ku ew tercîh dike ku li şûna wê têkilîyên germtir di navbera kurd û tirkan de biefirîne”,- “Dengê Kurdistanê” nivîsîye.







