SerekeSîyasî

Serok Barzanî û Ahmed Şara peymana Şam û HSD ê gotûbêj kirine

Serok Barzanî û serokê Sûryayê Ahmed Şara peywendîyeke têlêfonî encam dane û peymana HSD û Şamê gotûbêj kirine.

Serokatîya Komara Sûryayê naveroka peywendîya têlêfonî ya di navbera serok Barzanî û serokê Sûryayê Ahmed Şara de belav kirîye, ku tê de behsa dawîn geşedan û peymana di navbera Şamê û Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) de hatine kirin.

Li gorî daxuyanîyê, serok Barzanî piştevanîya xwe ji bo wê peymana giştgirî nîşan daye ku di navbera hukumeta Sûryayê û Hêzên Sûrya Dêmokratîk de hatîye îmzekirin. Herwiha serok Barzanî tekez kirîye ku cîbicîkirina vê peymanê ji bo mîsogerkirina yekparçeyî û aramîya Sûryayê pêwîstîyek e.

Ji alîyê xwe ve, Ahmed Şara tekezî li ser xwesteka dewleta Sûryayê ya ji bo parastina mafên neteweyî, sîyasî û medenî yên kurdên Sûryayê kirîye, her wiha tekez kirîye ku hemû welatîyên Sûryayê li beramberî yasayê wekhev in û xwedî mafên hevbeş in.

Her du alî li ser girîngîya bihêzkirina hevkarî û hevahengîya hevbeş ji bo cîbicîkirina xalên peymanê hevnêrîn bûne, bi mebesta pêkanîna aramîyê ji bo Sûryayê û tevahîya navçeyê.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button