
Ajansa Reutersê aşkere kirîye, Waşîngtonê di civîna li Myûnxênê daxwaz ji rayedarên Sûryayê kirîye ku di mijara daxwazên kurdan de nerm bin û mafê otonomîyê bidin wan.
Li gorî ajansa Reutersê ku ji çavkanîyekê agahdar girtîye, şeva di çarçoveya konfêransa ewlekarîyê ya Myûnxênê de, civîna girîng di navbera wezîrê Amêrîkayêyî karên der Marko Rûbîo û wezîrê Sûryayêyî karên der Esed Şeybanî de pêk hatîye.Di civînê de Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî jî amade bûye.
Wezîrê Amêrîkayêyî karên der Marko Rûbîo daxwaz ji rayedarên Sûryayê kirîye ku heta ji destê wan tê li himberî daxwazên kurdan nerm bin.Amêrîka piştgirîyê dide ku şêweyek ji “otonomîyê” (xweserîyê) ji bo kurdan bê dabînkirin, bi şertekî ku ev yek nebe gef li ser desthilata navendî ya Şamê.
Heman çavkanîyê destnîşan kirîye jî Waşîngton heta niha ji pêşketinên di pêvajoya yekxistina Hêzên Sûrya Dêmokratîk (HSD) û artêşa Sûryayê de razî ye. Herwiha Amêrîkayê kêfxweşîya xwe li ser cîbicîkirina rêkeftina 29 ê meha çileyê nîşan daye.







