Girîngîya TRIPP ê panêla li konfêransa ewlehîyê ya Myûnxênê hatîye tekez kirin

Çarçoveya konfêransa ewlehîyê ya li Myûnxênê panêleke bi mijara “Pênasekirina rêziknameya stratêjîk ya Avrasyayê: korîdora navîn wek ajandayeke ewlehîyê ya Avropayê ji bo aramîyê, aştîyê, ewlehîyê û girêdanê” hatîye lidarxistin, ku axaftvanên sereke wezîra Gurcistanêye karên der Maka Boçoraşvîlî, wezîrê Adirbêcanêyî karên der Cêyhûn Bayramov û seroka banka avropî ji bo nûavakirin û geşepêdanê Odîl Rêno-Bason bûne.
Wek ku ji alîyê balyozxana Ermenîstanê li Almanyayê ve hatîye ragîhandin, axaftvanan girîngîya TRIPP û hevkarîya di çarçoveya derfetên aborî yên ku ji ber rakirina dorpêça li herêmê derdikevin holê tekez kirine.
Balyozê Komara Ermenîstanê Vîktor Yêngîbaryan jî bi gotareke kurt axivîye û behsa berfirehbûna rakirina dorpêçê kirîye û tekez kirîye ku derfetên nû yên aborî yên ku vedibin “lîstikeke sifir-berhev” nînin û hemû welatên Başûrê Kafkasyayê û cînarên wan dikarin ji wan sûd werbigirin.
Balyozê Ermenîstanê her wiha tekez li ser derfetên qewînkirina serxwebûn û serwêrîya welatên Başûrê Kafkasîyayê bi rêya avakirina aşîtîyê kirîye.
Ev çalakî ji alîyê înstîtûta hevkariya navneteweyî, dîplomasîya têknolojîk û ragîhandinê hatîye organîzasîyakirin.







