Yêrêvan-Rîga, Yêrêvan-London: di pêşeroja nêzîk de çi geştên raste-rast têne hêvîkirin?

Geştên raste-rast ji bajarên cûre-cûre ber bi Yêrêvanê ve bi girîngî beşdarî zêdebûna hejmara geştîyaran dibin.
Civîna çapemenîyê de ku li navenda çapemenîyê ya “Armenpress”ê hatîye lidarxistin, seroka komîtêya tûrîzmê ya Komara Ermenîstanê, Lûsînê Gevorgyanê destnîşan kirîye ku di bazara hewavanîyê ya Ermenîstanê de di warê geştên raste-rast de çalakîyeke mezin heye û di demek nêzîk de tê payîn ku bêtir nûçe hebin.
Lûsînê Gêvorgyanê gotîye:”Çend roj berê, min derfet dît ku bi balyozê Latvîyayêyî yê li Ermenîstanê li ser ketina balafirgeha AirBaltik bo Ermenîstanê niqaş bikim. Geşta raste-rast ya Yêrêvan-Rîga wê meha gulanê de dest pê bike.Welatên Baltîkê derîyên xwe ji me re vedikin. Rîga bi derfetên xwe yên fireh navendeke geştîyarîyê ye. Ji wê herêmê pir kêm kes tên Ermenîstanê û di rewşa vê geşta raste-rast de, tê payîn ku geştîyar bêtir bên welatê me” û tekez kirîye ku di meha nîsanê de, berî destpêkirina geşta raste-rast ya Yêrêvan-Rîgayê, ew ê kampanyayeke berfireh ya kirrûbîrrê bikin.
Meha hezîranê de geşteke raste-rast ya Yêrêvan-Londonê wê bê destpêkirin, ku li gorî Lûsînê Gêvorgyanê, ew jî bêhempa ye.Geşta Yêrêvan-Londonê wê ji hêla Wizz Air ve bê kirin.
Her wiha tê payîn ku nûçe ber bi Çînistanê ve jî bê. Niha, geşteke raste-rast ji Çînistanê ber bi Ermenîstanê ve heye, bi taybetî ji Ûrûmçîyê, lê Lûsînê Gêvorgyan daye zanîn ku geştek raste-rast ji bajarekî din yê Çînistanê ber bi Yêrêvanê ve tê niqaşkirin.
Seroka komîtêyê gotîye: “Hejmara geştîyaran ji Çînistanê bo Ermenistanê pir zêde bûye.Sala 2024 a de 33 hezar bûye, sala 2025 a de 45 hezar bûye. Niha, geşteke raste-rast ya me heye, ku bajarekî pîşesazîyê ye. Û heger geşteke raste-rast ji bajarekî din bo Yêrêvanê vebe, ez bawer im ku encam wê cuda bin. Her wiha herikîna mirovên çînî bo Ermenîstanê bi rêya xalên kontrolê yên bejayî heye, bo nimûne ji Gurcistanê. Em ê bikaribin bi hev re bi Gurcistanê re geştên herêmî yên nû raber bikin”.
Komîtêya geştîyarîyê her wiha li ser îhtîmala geşteke raste-rast ya Yêrêvan-Los Ancêlêsê disekine.Ewê bi bîr xistîye ku Turkish Airlines dikeve bazara Ermenîstanê, ku xwedî potênsîyaleke mezin e ku geştek raste-rast di wê alî de pêk bîne.







