
Çêmpîyonê Avropayê gîmnastîka hunerî de, serketîyê Ûnîvêrsîadayê, du caran çêmpîyonê cîhanê yê ciwanan Hamlêt Manûkyan wekî baştirîn gîmnastîkvanê mêr yê sala 2025 a hatîye hilbijartin.
Werzîşvanê 18 salî di encama dengdanekê de ku li ser malpera fêdêrasîyona gîmnastîka Avropayê hatîye kirin, wek serketî hatîye hilbijartin û mîlyonekî 30 hezarî zêdetir deng (51 selef) wergirtîye.
Fêdêrasîyona Avropayê di daxuyanîyekê de gotîye:”Ji bo Hamlêt Manûkyan yê ermenî saleke serkeftî bûye, ku aramîya xwe parastîye û di pêşbazîya yekem mêdala zêrîn ya Avropayê bi dest xistîye.Manûkyan di çêmpîyonîya Avropayê ya yekem de zêr bi dest xistîye, derket serê podîûmê û ji hevalê xwe yê tîmê Mamîkon Xaçatryan derbaz bûye. Wekî din, Manûkyan di heman salê de sê çêmpîyonîyên kûpaya cîhanê jî bi dest xistîye, ku bi rastî jî nîşana ketina xwe ya di sehneya mezin de ye”.
Li gel Hamlêt Manûkyan, xwedîyê mêdala bronz ya Avropayê di akrobatîkê de, ku nûnerê portêkîzê ye, Gabrîêl Albûkêk, çêmpîyonê Avropayê, ku nûnerê Adirbêcanê ye, Tofîg Elîyêv, xwedîyê mêdala bronz ya cîhanê di gîmnastîka hunerî de, cîgirê çêmpîyonê Avropayê, swîsreyî Noê Zayfêrt û cîgirê çêmpîyonê cîhanê di gîmnastîka hunerî de, çêmpîyonê çar caran yê Avropayê, brîtanî Lyûk Wîathaûs jî ji bo sernavê herî baş pêşbirk kirîye.







