Têkilîyên Ermenîstanê û Rûsyayê qonaxa veguhêrîneke avaker de ne:Nîkol Paşînyan

Têkilîyên Ermenîstanê bi Rûsyayê re di qonaxeke veguhêrîneke avaker de ne.
Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, dema ku bernameya berîya hilbijartinê ya partîya “Peymana sîvîl” ya desthilatdar raber kirîye, elam kirîye.
“Ermenîstan wê bi Rûsîyayê re têkilîyên avakar yên sûdmend û hevbeş pêş bixe. Ez dîsa dibêjim ku zehmet e ku meriv girîngîya têkilîyên me bi Rûsyayê re zêde binirxîne.Ez dixwezim zelal bikim ka ez bi veguhêrîna avakar çi dibêjim. Bi kurtasî, têkilîyên me bi Rûsîyayê re bi tevahî di bin şert û mercên tevgera Qerebaxê de hatine avakirin. Niha, dema ku em tevgera Qerebaxê berdewam nakin, dema ku aşîtî hatîye damezrandin, nakokî bi dawî bûye, bê guman divê têkilî bên sererast kirin, li gorî wê mantîqa nû bên pêşve xistin. Ez tiştekî hêsan bêjim: berê, di dema pevçûyînê de, me qet bi Rûsîyayê re têkilîya rîya hesin tune bû, niha têkilîya rîya hesin heye. Gelo ew ê bandorê li têkilîyên me bike, bê guman? Gelo ew bandor wê avakar be, bê guman? Bi vê mantîqê ye ku em ê rîya xwe bidomînin û hemû hewldanên efirandina pirsgirêkan di têkilîyên me bi Rûsîyayê re ji bilî vê, gelek hêzên ermenî dixwazin di têkilîyên me de krîzên provoke bikin. “Em ê rê nedin tiştekî wisa û em ê hemû hewldanên xwe bidin pêşxistina têkilîyên xwe yên avakar bi Rûsîyayê re. Nazikî ev e ku ev divê di çarçoveya formûleke sîyaseta der ya hevseng de çêbibe”,- serokwezîr gotîye.







