ÇandSereke

“Ermenîstan: mûzêyî bin ezmanê vekirî”: kovara Blue ya Êgêanêye rîya hewayê gotareke berfireh weşandîye /wêne/

Kovara Blue ya Êgêanêye rîya hewayê gotareke berfireh  “Ermenîstan: mûzeyî bin ezmanê vekirî de” weşandîye. Li gorî “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda balyozxana Ermenîstanêye li Yûnanistanê ragîhandîye.

Screenshot

Di daxuyanîyê de tê gotin: “Komara Ermenîstanê bi berdewamî wek welatekî xwedî mîrata çandî ya dewlemend û potênsîyala efirîner ya modêrn tê  raberkirin. Yêrêvan, wek paytext, nirxên dîrokî û pêşketinên nûjen bi hev re dike yek, hawîrdorek pirqatî û balkêş ava dike”.

Screenshot

Gotarê de tê destnîşankirin ku mûzêyî û navendên hunerî di nexşeya çandî ya Yêrêvanê de cîhekî girîng digirin û destpêşxerîyên efirîner yên ciwanan, di nav de TUMO Studios, beşdarî tevlêbûna nifşê nû û ji nû ve şîrovekirina kevneşopîyên ermenî dibin.

Xwarinên ermenî him bi şêweyên kevneşopî û him jî bi şêweyên nûjen têne  raber kirin.

Gotarê de tê gotin: “Restoranên ku li Yêrêvanê dixebitin, tamên neteweyî bi nêzîkatîyên nûjen re dikin yek û ezmûnek gastronomîk ya bi kalîte peyda dikin. Di heman demê de, Ermenîstan wek cîhekî girîng yê çêkirina şerabê, li ser bingeha kevneşopîyên sedsalan û vejandina cûreyên tirîya yên herêmî, pêş dikeve”.

Screenshot

Zêdetir nîşan bide
Back to top button