SerekeSîyasî

Serok Barzanî bangî alîyên sîyasî kirîye: piştî cejinê bicivin û dawî li vê rewşê bînin

Serok Mesûd Barzanî cejina Qurbanê ya Misilmanên Kurdistanê, Îraqê û cîhanê pîroz kirîye.

Serok Mesûd Barzanî ji bo cejina Qurbanê peyamek belav kirîye.

Serok Barzanî bangî alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê kirîye ku piştî cejinê bicivin û dawî li vê rewşa asêbûyî bînin.

“Berjewendîyên gel bidin pêş”

Serok Barzanî dîyar kirîye ku ev demên niha “hestîyar û çarenivîssaz in”.

Ewî daxwaz ji hemû alîyan kirîye ku li berjewendîyên xelkê Kurdistanê bifikirin.

Serok Barzanî destnîşan kirîye ku divê berjewendîyên bilind yên gel li ser armanc û berjewendîyên teng re bên girtin.

Serok Barzanî di berdewamîya peyama xwe de xwestîye ku alî dev ji nakokîyên xwe berdin û gotîye:

“Dev ji wî şerê bêencam û wê xwekujîyê berdin ku demeke proseya sîyasî ya Herêma Kurdistanê bi destê wê dinalîne”.

Banga civînê ya piştî cejinê

Serok Barzanî daxwaz kirîye ku piştî cejina Qurbanê alîyên sîyasî yên Herêma Kurdistanê bicivin.

Ewî bangî wan kirîye ku bi dilsozî û bi hestên niştîmanperwerîyê li hev rûnên.

Serok Barzanî xwestîye ku ew vê asêbûna sîyasî çareser bikin û dawî li vê rewşa sîyasî ya nexweş bînin.

Serok Barzanî di dawîya peyama xwe de hêvî kirîye ku ev cejin bibe destpêkek ji bo başbûna rewşa Herêma Kurdistanê.

Ewî xwestîye ku pirsgirêkên sîyasî derbaz bibin û aşîtî, aramî û seqamgirî li herêmê û li seranserê cîhanê pêk bên.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button