SerekeSîyasî

Paşînyan Ermenîstanê dike welatekî bihêz û ewle:Tramp piştgirîya xwe ji bo serokwezîr anîye ziman

Serokê Amêrîkayê Donald Tramp dîyar kirîye ku serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan Ermenîstanê dike welatekî bihêz û ewle û vîzyona wî ya ji bo Ermenîstanê û Başûrê Kafkasîyayê parve dike. Li gorî ragîhandina “Armenpress” ê, derheqa wê yekêda ewî li ser platforma Truth Social ê nivîsîye, her wiha bal kişandîye ser belgeyên ku di hevdîtina dawî ya di navbera  sêkrêtarê Amêrîkayêye dewletê û wezîrê Ermenîstanêyî karên der Ararat Mîrzoyan de hatine îmzekirin.

Serokê Amêrîkayê nivîsîye: “Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan, dost û rêberê baş, welatê xwe qewîn, geş û pir ewle dike. Nîkol Paşînyan bi tevahî vîzyona min ya ji bo aşîtî û geşbûnê ji bo Ermenîstanê û tevahîya herêma Başûrê Kafkasîyayê parve dike”.

Tramp girîngîya belgeyên ku di serdana  sêkrêtarê Amêrîkayêye dewletê  Marko Rûbîo ya li Ermenîstanêye 26 ê gulanê hatine îmzekirin, destnîşan kirîye.

Serokê  qesira Sipî gotîye: “Sêkrêtarê meye dewletê Marko Rûbîo vê dawîyê serdana Ermenîstanê kirîye, li wir ewî gelek peymanên girîng ji bo herdu welatên me pêş xistine. Di demek nêzîk de, Dewletên Yekbûyî û Ermenîstan wê bi hev re bingeha  xerîtaa “Rêya Tramp ji bo aşîtî û serfirazîya navneteweyî, projeya ku wê Kafkasîyaya Başûr veguhêrîne û alîkarîya hevaltîyên me yên ênêrjîyêye amêrîkîye mezin bike ku ji Asyaya Navîn bigihîjin Dewletên Yekbûyî”,- ewî zêde kirîye.

Tramp hilbijartinên pêş de piştgirîya xwe ji bo Nîkol Paşinyan jî anîye ziman.

“Ji ber van sedeman, Nîkol Paşînyan ji bo hilbijartina wî ya ji nû ve 7 ê hezîrana sala 2026 a piştgirîya min ya tam û bêkêmahî heye. Bi alîkarîya Nîkol Paşînyan, em ê Dewletên Yekbûyî, Ermenîstanê, Başûrê Kafkasîyayê û Asyaya Navîn bigihînin asteke ji her demê mezintir. Ermenistanê diha mezin bikin”,- Tramp wiha dawî li axaftina xwe anîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button