H’emû nûçeSereke
Radyoya Ermenîstanê 100: konsêrta li Spîtakê

Bi boneya 100 salîya damezrandina radyoya Ermenîstanê, meha hezîranê li 4 herêmên komarê rêza konsêrtên cejinê têne plankirin.Çalakîyê ku ji sînorên paytextê wêdetir diçin, wê 8 civakên sereke yên Ermenîstanê jî di nav xwe de bigirin, bi armanca ku dengê dîrokî û zindî yê radyoyê bighîje her welatîyekî.
Di rêze konsêrtên herêmî de wê komên mûzîkê yên ji radyoya Giştî û hunermendên popûlyar beşdar bibin. Serdana yekem wê herêma Lorîyê be.
2 ê hezîranê, êvarê seheta 18:00 a, koma zarok û ciwanan ya “Arêvîk”ê wê li qesira Spîtakêye çandê pêrformansê raber bike.







