SerekeSîyasî

Avîtina gava bi sirê

 “Ermenîstanê bona pêşxistina dêmokratîyaê dereceke cuda daye ç’areserkirinê, xwezima bi bijartinên van axirîya, lê gerekê gava bi sirê bê avîtinê. H’emû tişt ji bijartina destpê dibe û em dikarin fir’naxbin, wekî gava e’wlin me îdî avîtîye”.Wextê qisa t’evî r’ojne’mevana baylozê Yektîya Avropaêyî li Ermenîstanê Pyotr Sîvtalskî gotîye. Çi ku derheqa şer’k’arîya dijî r’uşetexwerinêdane, bayloz gotîye,wekî Ermenîstanê di nava wê pirsêda xwestina sîyasî daye k’ifşê, û bêyî wê yekê pêşk’eftin nikare bê ç’areserkirinê. Svîtalskî gotîye,wekî dereca piştgirîya hindava Ermenîstanêda wê salêda ji 35 mîlîon yêvroya bighîje 7O mîlîon yêvroyî. “Gilî derheqa şuxulk’arîya dualîdane, çimkî piştgirîya p’ir’alî jî heye. Niha em gotûbêj dikin, ku wan p’era li k’îderê bidine xebatê”,- Svîtalskî gotîye.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button