Aborî
Blogêrê Îsraêlêyî e’yan li 6O welatên dinîyaê qesidîye
Blogêrê Îsraêlêyî e’yan Nûsêy Yasîn, yê kö bi e’silê xweva e’rebe, nava van hersê salên dawîda li 6O welatên dinîyaê qesidîye.Ewî r’ûp’elê xweyî fêysbûkêda vîdêok r’aber kirîye, k’îjanêda daye dîyarkirinê, ku meriv dikare li k’îjan welatê dinîyaê învêstîsîya bike û p’erên xwe unda neke. Ewî pêşda daye dîyarkirinê,wekî li Ermenîstanê dikare învêstîsîya bike. Bi gotina wî li dinîyaê ji deh mîlîona zêdetir ermenî hene, yên ku dikarin wî welatê Kavkaza Başûr bidine pêşxistinê. Bi gotina Nûsêy Yasîn bi h’ezar dolarên învêstîsîya kirî li Ermenîstanê dikare deh cara zêdebe.