
Li h’ukumatê bi t’evbûna hevalk’arên piştgir gotûbêjkirina girêdayî wê yekêr’a derbaz bûye. Bi sedirtîya cîgirê serekwezîr Mhêr Grîgoryan û koordînatorê Organîzeya Net’ewên Yekbûîyî hert’imî Şombî Şarp’ gotûbêjkirina derheqa hevk’arîyêda derbaz bûye. Çawa ku ji h’ukumatê hatîye r’agîhandinê, pirsên derheqa alîyên stratêgîye h’îmlî û t’evbûna t’eşkîletên navnet’ewîda hatine gotûbêjkirinê.Şêwirmendê serekwezîr Lêvon Mazmamyan cûr’ê stratêgîya Ermenîstanêye pêşda r’aber kirîye. Piştî r’aporta Şombî Şarp’ pirsa hevk’arîya t’evî hevalk’arên navnet’ewî hatîye gotûbêjkirinê.







