Sîyasî
Kuştina endamên malbetekê
Qewatên Îraqêye fêdêral li cîyekî kontrolêye li K’irkûkê malbeteke ji neh meriva bi şaşî dewsa ç’ekdarên DAÎŞ-ê h’esab kirine û h’emû endamên malbetê kuştine. Malbeta ku zyanê k’etîye, ji gundekî mayîn vediger’îya malê. Neh meriv hatine kuştinê û ji wê malbetê zar’okeke dusalî sax maye. H’etanî niha ji alîyê qewatên Îraqêye bêqezîyabûnêda t’u e’lametî nehatine belakirinê. Van salên dawî li provînsîya K’irkûkê gelek qewimandin diqewimin, çimkî h’alê li wir qewîn nîne. K’omên DAÎŞ-ye wa gotî “r’azayî” carina êrîşa mîyaser dikin û meriva dir’evînin.