Sîyasî

P’ir’anîya k’îjana qewatên k’urdane…

Qewatên Sûrîaêye Dêmokratîk, p’ir’anîya k’îjana qewatên k’urdane û qewatên koalîsîonê ji r’oja yekşemêda destpê kirine t’evayî ji gundê Serê Kanîyê kontrol bikin. Qewatên Sûrîyaêye Dêmokratîk ji alîyê hêzên p’arastina gelda tên serk’arîkirinê, yên ku bi gotina T’irk’îyaê çawa p’areke PKK-êye.Kontrolkirina t’evayî hatîye mîyaserkirinê û ew yek wî çaxî tê mîyaserkirinê,wextê ku T’irk’îyaê qewatên xweye li r’ex sînorê Sûrîyaê zêde kirine, bi wê yekêva dixweze bide k’ifşê, ku diqewime êrîşê bibe li ser hêzên p’arastina gel.Wezîrê T’irk’îyaêyî k’arên der Mêvlût Çaûşog’lû pêşda e’lam kiribû,wekî pêşnîyara amêrîkîye nû, ya bona sazkirina zona bêqezîyabûnêye li Sûrîyaê T’irk’îyaêr’a dest nade.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button