Sîyasî

Leşkerên amêrîkî bi hîvîkirina Beg’dayê hatine Îraqê

Leşkerên amêrîkî bi hîvîkirina  Beg’dayê hatine Îraqê, bi meremê pêşxistina eskerê welêt, lê ne ku bona êrîşkirina li ser welatên cînar. Derheqa wê yekêda baylozê ŞAY-yî li Îraqê Mêt’yû T’yûlêr wextê prêss-konfêransa li Beg’dayê gotîye. Ewî derheqa heleqetîyên Îraqê û Îranêda daye dîyarkirinê û derheqa girîngîya serxwebûna Îraqêda xeberdaye.Ewî usa jî gotîye,wekî me’nîya wê yekê, ku ŞAY k’omên şih’îya çawa k’omên têr’orîstî nav kirîye ewe, ku ew t’evî k’omên îslamî hevk’arîyê dikin.Wek’îlê ŞAY serda zêde kirîye,wekî qewatên welatê wî wê h’etanî wî çaxî li Îraqê bimînin, çiqas lazimbe, çimkî ew dijî DAÎŞ-ê şer’k’arîyê dikin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button