Civak

Vekirina wek’îltîya h’ukumata Herêma K’urdistanê li Beg’dayê

H’ukumata Herêma K’urdistanê careke mayîn wek’îltîya xwe li Beg’dayê vedike.Farîs Îsa li Beg’dayê çawa wek’îlê h’ukumata K’urdistanê hatîye k’ifşkirinê. Cîgirê sedirê frak’sîya partîya K’urdistanêye Dêmokratîke li parlamênta Îraqê Vîyan Sebrî gotîye,wekî h’ukumata Herêma K’urdistanê dîsa wek’îltîya xwe li Beg’dayê vedike. Sala par wek’îltîya K’urdistanêye li Beg’dayê r’ûê xiravbûna p’êwendîyên di navbera h’ukumatên K’urdistanê û Îraqêda hatibû girtinê. Sebrî gotîye,wekî ev wek’îltî dikare r’ola p’irayê di navbera herdu alîyada bilîze. Bi gotina wî careke mayîn vekirina wek’îltîyê şe’detîya wê yekê dide,wekî p’êwendîyên Hewilêrê û Beg’dayê tên dasekinandinê.

Zêdetir nîşan bide
Herwiha kontr’ol bike
Close
Back to top button