Sîyasî
ŞAY wê r’eqema t’ifaqdarên xweye li Sûrîyaê bighîne 11O h’ezar şer’kara
ŞAY têr’a divîne r’eqema t’ifaqdarên xweye li Sûrîyaê, dik’evine nava k’îjana qewatên Sûrîaêye Dêmokratîk, ji sed h’ezarî bighîne h’etanî 11O h’ezara.Derheqa wê yekêda nava r’aporta Pêntagonêda hatîye dîyarkirinê, ya ku r’aberî kongirêsa ŞAY kirine.Nava r’aportêda hatîye gotinê,wekî nenihêr’î wê yekê ku DAÎŞ hatîye h’incir’andinê, lê qezîya ji alîyê têr’orîstada hela hê heye. Hatîye dîyakirinê,wekî şer’k’arîya dijî DAÎŞ-ê lazime bê berdewamkirinê.Bo wê yekê jî hatîye gotinê,wekî r’eqema k’omên Sûrîyaêye Dêmokratîk gerekê bê zêdekirinê. Niha r’eqema t’ifaqdarên ŞAY-ye li wir dighîje sed h’ezarî, lê ew dixwezin bighînine 11O h’ezara.