Çand

Nivîsk’arê k’urd dîsa r’ewake Avstralîyaêye lîtêratûrayê stend

Nivîsk’arê k’urdî îranî Bêhrûz Bûçanî bû xudanê r’ewa Astralîyaêye miletîyêye bîografîk  bona wê r’omanê, ya ku ewî nivîsîye. Bûçanî bi qeyîkê  sala 2O13-a hatîye Avstralîyaê. Ew girtibûn û kirbûne merk’ezeke mîgrasîon. Sala 2O18-a ewî r’omana xweye derheqa serhatîya e’mirê xweda nivîsîye. R’omanêda ewî gilî kirîye, ku çawa bi qeyîkê ji Îdonêzîyaê çûye Avstralîyaê, lê paşê ew girtine, kirine h’ebsê. K’itêba wî îdî sê r’ewa stendine. Bûçanî t’evî 6OO mihacira li qamp’a Manûsê dimînin, li k’îderê qewilên gelekî berk’kin. Avstralîya îzbat dike,wekî bi wî cûr’eyî ew dixwezin undabûna mihacira bidine sekinandinê, çimkî merivên cuda bi p’era wan meriva tînin dighînin wandera û r’êda gelek dimirin.

Zêdetir nîşan bide
Back to top button