K’ana Amûlsarê wê bê girtinê, eger e’yan bibe, wekî ew zyanê dide gola Sêvanê, avên Cêrmûkê û cîyên t’ebyetêye mayîn. Derheqa wê yekêda Nîkol P’aşînyanê serekwezîr gotîye. “Eger nava encamê h’emû tiştîda zelal bibe,wekî bona gola Sêvanê, avên Cêrmûkê qezîya hene, ewê neyê xebitandinê, çimkî ew pirsa bêqezîyabûna miletîyêye. Feqet bona k’ara dewletê û cime’tê emê mecalê bidin ku k’ana Amûlsarê bixebite. Em gerekê anegorî qewilên xweye pêşdak’işandî pêşda her’in”,- serekwezîr gotîye. Nîkol P’aşînyan e’lametîya serokê komîtêya lêpirsînê Hayk Grîgoryan anîye ber ç’e’va,wekî Amûlsar zyanê nade Sêvanê, Cêrmûkê û ç’emên li wir.Em bîr bînin,wekî p’arênzerên t’eyetê duh li Yêrêvanê protêsto t’eşkîl kiribûn û de’w kiribûn,wekî k’ana Amûlsarê neyê xebitandinê.
Gotarên eynî
Rûsya me ditirsîne: ji bo derketina ji Yekîtîya Avrasîyayêye Êkonomîkî çi tiştên din bike?: xala bêveger derbaz bûye: Rûbên Mêhrabyan
05.06.2026, 13:34
Avropa bi Ermenîstanê re hevgirtîye: Marta Kos wê di demek nêzîk de serdana Ermenîstanê bike
05.06.2026, 12:40
Nêzîkbûna Ermenîstanê û Tirkîyîyê dikare hevsengiya hêzê ya herêmî biguhêrîne:Stratfor
05.06.2026, 11:45
Herwiha kontr’ol bike
Close - Li Herêma Kurdistanê zimanê kurdî li ser tabelayan dibe mecbûrî04.06.2026, 17:15




